Lûtkeya G20 bi beşdariya zêdetirî 40 welatan destpê dike
PeyamaKurd – Lûtkeya Lîderên G20 îro li Rio de Janeiro ya Brezîlyayê destpê dike.
Civîna bilind a du rojan wê li Rio De Janeiroyê bi temaya "Avakirina cîhaneke adil û gerstêrkeke domdar" bi beşdariya 19 welatên endamên G20 û serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) bê lidarxistin.
Di lûtkeya ku wê 18ê Mijdarê roja Duşemê dest pê bike, Serokdewletê Brezîlyayê Lûla da Sîlva bi xêrhatina lîderan bike, lîder dê li Rûniştina Tevlîbûna Civakî û Têkoşîna li dijî Birçîbûn û Xizanîyê biaxivin.
Piştî merasima pêşwaziyê û wêneyê malbatê, wê hevpeymaniya cîhanî ya li dijî birçîbûn û xizaniyê were nasandin û welat û rêxistinên navdewletî yên beşdar di Hevpeymaniyê de werin eşkerekirin.
Lîder jî wê di roja ewil a lûtkeyê de beşdarî Rûniştina Reforma Saziyên Rêvebiriya Cîhanê bibin.
Di roja duyemîn a lûtkeyê de wê Rûniştina Pêşketina Berdewam û Veguherîna Enerjiyê were lidarxistin.