Li Danimarkayê trêna rêwiyan ji ser rayên xwe derket û gelek birîndar hene

Li Danimarkayê trêna rêwiyan ji ser rayên xwe derket û gelek birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Danimarkayê trêna rêwiyan di navbera bajarokên Tinglev û Kliplevê ji ser raya xwe derket û gelek kes birîndar bûn. Gelek ambûlans, se (kûçik), drone û tîmên rizgarkirinê û lêgerînê şandine ciyê bûyerê.

Li gor xeberên medyayê yên Danimarkayê; herkes bende bû ku trên ji payîtext Kopenhagê bigihiya Sonderborgê lê di navbera bajarokên Tinglev û Kliplevê ji ser râyê derketiye.

Polîs gotiye ku piştî qezayê gelek kes birîndar bûne, niha nikarin jimareyekî bidin lê di dîmenan de tê dîtin ku gelek alavên din tevî qezayê bûne.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.