Li Îranê erdhej çêbû

Li Îranê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku erdhejeke bi şîdeta 5.1 li Îranê çêbû

Li gorî zanyariyên destpêkê, di erdheja bi pileya 5.1 ku li parêzgeha Kirman a başûrê rojhilatê Îranê pêk hat, tu ziyan û ziyanên canî çênebûne.

Navenda erdhejê li navçeya Ciroft a parêzgeha Kermanê bajarokê Bolukê hat destnîşankirin. Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî, erdhej di saet 01:00 de bi dema herêmî, di kûrahiya 8 kîlometreyan de hatiye tomarkirin.

Piştî bûyerê tîmên lêgerîn, rizgarkirin û lêkolînê bo herêmê hatine şandin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihand ku nirxandinên destpêkê tu qurbanî an jî zerarên cidî yên avahîsaziyê eşkere nekirine.

Rayedaran diyar kirin ku ew pêşketinan ji nêz ve dişopînin û bang li welatiyan kirin ku baldar bin.

 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.