Li Iraqê rêjeya xwekuştinê zêde bûye

Li Iraqê rêjeya xwekuştinê zêde bûye

PeyamaKurd – Rêjeya xwekuştinê li Iraqê her meh zêde dibe û her meh 55 heta 70 haletên xwekuştinê li parêzgeha Nînowa ji ber zextên derûnî, civakî û aborî tê tomarkirin.

Polîsê Nînewayê ragihand ku îsal 74 bûyerên xwekuştinê li wî bajarî hatine tomarkirin.

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2024ê de 300 xwekuştin li parêzgehên Iraqê çêbûne, her meh 55 heta 70 kes xwe dikujin. Di sala 2023an de bi giştî 700 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin.

Polêsan diyar kir ku ev hejmar ji parêzgehek bi parêzgeh cuda dibe û got, "Parêzgeha Nînovayê parêzgeha ku herî zêde xwekuştin lê heye ye."

Sedemên sereke yên xwekuştinê li Iraqê zextên derûnî, civakî û aborî ne.

Her sal li seranserê cîhanê 800 hezar kes xwe dikujin û di rêza çarem de di nav sedemên mirina cîhanê de ye. Temenê kesên întîxar kirine di navbera 10 û 29 salî de ne.

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.