Li Şamê hevpeymaniyeke siyasî ya nû hate avakirin: MSD jî tê de ye

Li Şamê hevpeymaniyeke siyasî ya nû hate avakirin: MSD jî tê de ye

PeyamaKurd – Li paytexta Sûriyê Şamê, bi tevlîbûna hejmarek alî, partî û rêxistinên siyasî ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya bi ser PYDê ve jî tê de cî digre, Hevpeymaniya Welatîbûna Sûrî ya Yeksan ‘Temasûk’, ragihand.

Di daxuyaniya damezirandinê de, daxwaza sîstema nenavendiyê li Sûriyê hate kirin û herweha banga "lidarxistina kongreyeke niştîmanî ya giştî li gorî binemaya biryara 2254" a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin.

Hate diyarkirin, pêwîstiya Sûriyê bi hevpeymaniyke herî fireh û lihevkirinekê di navbera Sûriyan de bi tevaya pêkhateyên wan, heye û pêwîstî bi destnîşankirineke zelal a erkên mezin û hevkarîyê ji bo pêkanîna wan heye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bihêzkirina yekîtiya Sûriyê, parastina aştiya sivîl, çareserkirina doza Kurdî bi awayekî demokratî, niştîmanî û dadmend, doza jina Sûrî û mafên wê û doza ciwanan û rola wan dozên sereke ne ji bo tevaya Sûriyan".

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.