Planên şer ên Amerîkayê yên ji bo Yemenê bi xeletî ji rojnamevanê Amerîkî re şandin

Planên şer ên Amerîkayê yên ji bo Yemenê bi xeletî ji rojnamevanê Amerîkî re şandin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku planên şer ên êrîşên artêşa Amerîkayê yên li ser Hûsiyên li Yemenê bi şaşî ji edîtorê kovara Atlantic Jeffrey Goldberg re ji aliyê rayedarekî ewlekariya neteweyî ve hatiye şandin.

Di 11ê Adarê de, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî Mike Waltz bi edîtorê kovara Atlantic Jeffrey Goldberg re li ser Signal re têkilî danî û du roj şûnda ew vexwendibû ku beşdarî zincîra bi navê "Koma Piçûk a Hûsî PC" bibe, ku tê de êrişên li dijî Hûsiyan li Yemenê nîqaş kirin.

Goldberg paşê gotarek bi sernavê, "Rêveberiya Trump bi xeletî planên xwe yên şer ji min re nivîsand."

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes jî ev bûyer piştrast kir û got, "Tişta ku derketiye holê rast xuya dike, û em dinirxînin ka çawa hejmarek bi xeletî li vê zincîra peyamê zêde bûye."

Goldberg got ku ew pêşî li koma Signalê hat zêdekirin ku di nav wan de karbidestên ewlekariya neteweyî jî hebûn û paşê Wezîrê Parastinê Pete Hegseth peyamek ji komê re şand û tê de behsa êrîşên li ser Yemenê kir.

Goldberg, ku difikire ku rewş ne rast e, ev daxuyanî da:

"Min bawer nedikir ku karbidestên ewlekariya neteweyî ya Amerîkî wê li ser Signal derbarê planên şer ên nêzîk de ragihînin. Min nedikarî bawer bikim ku şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya serok wê ew qas bêhiş be ku xwe tevlî danûstandinên bi rayedarên payebilind ên Amerîkî bike."

Rojnamevanê Amerîkî difikire ku Waltz bi tesadufî xwe li vê komê zêde kiriye.

Trumpê ku diyar kir ku wî kovara Atlantic nexwendiye, got ku haya wî ji bûyerê tuneye lê ev xeletî bandorê li êrîşên wî yên li Yemenê nekir.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Hughes piştî ku mijar ji çapemeniyê re hat parvekirin daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Peyama ku hat rojevê rast xuya dike û em dinirxînin ka çawa bi şaşî jimarek li vê zincîra peyamê hatiye zêdekirin."

Hughes diyar kir ku ew lêkolîn dikin ku çawa rojnamevan bi xeletî tevlî komê bûye, Hughes angaşt kir ku ev yek zirarê nade operasyonên Yemenê.

Trump got ku haya wî tune

Ji aliyê din ve Serokê DYAyê Donald Trûmp jî li ser pirseke têkildarî mijarê bersiv da û got, "Di vê mijarê de ti agahî li ber destê min nîne."

Trump, ku got ku wî kovara Atlantic nexwendiye, amaje bi wê yekê kir ku haya wî ji bûyerê nîne lê xeletiya navborî ti bandorek li ser êrîşên wî yên li Yemenê nekiriye.

Li ser medyaya civakî, gelek bikarhêneran şîrove kirin ku nayê qebûlkirin ku planên şerê veşartî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi vî rengî bi xeletî ji rojnamevanek re were şandin.

DYAyê di 15ê Adarê de li Yemenê dest bi êrîşan li dijî Hûsiyan kir û Serok Trump ev êrîş ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.