Li ser daxwaza MHPê 3 parlementerên wan îstîfa kirin

Li ser daxwaza MHPê 3 parlementerên wan îstîfa kirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê giştî yê partiya MHPê ya Tirkiyê Semih Yalçın di ser hesabê xwe yê medya civakî xwe ragihand ku îstîfa 3 parlementerên xwe xwestine û navên wan parlementeran di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand. Yalçın weha got:

“Di encama lêpirsîna di mijarekî mecbûrî ya di nav partiyê de, parlementerê me yê İspartayê Hasan Basri Sönmez, parlementerê Boluyê İsmail Akgül û parlementerê bajarê Kilisê Mustafa Demir, îstîfayên wan hatine xwestin û di peyde daxwaznamên îstîfa xwe dane û me qebûl kiriye.

Ji bo raya giştî tê ragihandin….”

Sedema xwestina îstîfa wan nehat ragihandin. Li ser mijarê parlementerê bajarê Boluyê İsmail Akgül, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha nivîsand:

“Em heya dawiyê di bin fermana serok, partî û rêxistina xwe de ne. Em ji fermana serokê xwe yek gavekî paşde navêjin. Biryara hat dayîn li ser serê me ye.”

Parlementerê Îspartayê û yê Kilisê jî bi gotinên wekî parlementerê Boluyê gotinan got ku ew di fermana serok û partiya xwe de ne.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.