Li Xezeyê berpirsekî Hemasê û hevjîna wî hatin kuştin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa artêşa Îsraîlê bi ser Xezeyê de berpirsekî din ê Hemasê hate kuştin.
Medya erebî ragihandiye ku Îsraîlê li bajarokê Xan Yûnis ê Xezeyê endamê Polîtburoya Hemasê kuşt.
Tevgera Hemasê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê di bombebarana ser kampeke koçberan a li rojavayê bajarokê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê de, endamê Polîtburoya Tevgera Hemasê Selah Berdewîl û hevjîna wî kuştine.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




