Mala Netanyahû rastî êrîşeke bombeyî hat

Mala Netanyahû rastî êrîşeke bombeyî hat

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku du bombe bi ser mala Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya li bajarê Qeyserî yê Îsraîlê de hatin avêtin.

Li gorî ragihandina hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê, li bajarê Qeyseriyê 2 bombe avêtin mala taybet a serokwezîr Binyamin Netanyahu. 

Polîsên Îsraîlê û saziya îstixbarata navxweyî Shin-Bet ragihandin ku li bakurê Îsraîlê li Qeyseriyê li hewşa mala taybet a Serokwezîr Netanyahu 2 bombe ketine. 

Hate diyarkirin ku bombe dema ku Netanyahû ne li mal bûye, li nav baxçe ketine û ti zirar çênebûye.

Polîs û Shin-Bet li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin û “bûyera giran ku nîşana zêdebûneke metirsîdar nîşan dide” şermezar kirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, 19ê Cotmehê jî balafireke bêmirov a ji Lubnanê hatibû avêtin, li mala Netanyahu ya li bajarê Qeyseriyê ya bakurê Îsraîlê xistibû ku Hizbullahê berpirsiyariya wê êrîşê li xwe girtibû.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.