Mark Rutte: Gefa herî mezin ji Rûsyayê te

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte piştî Lûtkeya NATO ya li biryargeha Brukselê diyar kir, bacên gumrikê yên ku Amerîka ferz dike peymana NATOyê binpê nakin û li ser civîna ewlehiyê ya du rojî got, “Gefa herî mezin ji Rûsyayê tê”.
Rutte got: "Ez nabînim ku ev xala 2yan binpê dikin. Me gelek mînakên cuda dîtine ku di demên derbasbûyî de jî nêrînên cuda hebûn û gengeşÎ li ser tarîfeyan çêbûn. Ev berê jî rû dabûn û tu caran wek binpêkirina xala 2yan nehatine dîtin."
Rutte piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên NATOyê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand, civîna du rojan bi bandor bû û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio peyameke zelal da ku Amerîka pabendî NATOyê ye.
Rutte da xuyakirin: "Gefa herî mezin ji Rûsyayê tê, lê ne tenê Rûsya; gef ji dewlet û aktorên ne-dewlet jî hene." Wî herwiha got ku NATO piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê didomîne.
Derbarê metirsiya Çînê de jî, Rutte diyar kir: "Çîn gefek e ku her ku diçe mezintir dibe. Divê em derbarê Çînê de saf nebin. Navgana deryayî ya Çînê ji ya Amerîkayê zêdetir keştî hene û heta sala 2030'ê dê 1000 serê şer ên nukleer hebin."
Rutte destnîşan kir: "Xi Jinping li benda wê yekê ye ku kî di şerê Ukraynayê de serdest bikeve - Rojava an Rûsya? Eger Rûsya bi ser bikeve, hingê ew ê li ser daxwazên xwe yên erdî bifikire."
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




