Reuters: Kurd li Sûriyê federaliyê dixwazin

PeyamaKurd - Ajansa Reutersê di raporeke xwe de ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku aliyên kurd ên Sûriyê li hev kirine ku di paşeroja Sûriyê de daxwaza federaliyê bikin û dixwazin, parlamentoyeke demokratîk li Sûriyê were pêkanîn.
Reutersê daye xuyakirin, Tirkiye li gel YPG/HSD û ENKSê derbarê daxwazên kurdan li Sûriyê de gotûbêj kirine ku ji bo kurdan federaliyê dixwazin.
Di wê civînê de kurdan sîstema federal ji bo paşeroja Sûriyê baş dîtine û gotine em dê vê derbarê de projeyekê amade bikin û pêşkeşî hikûmeta veguhêz a Sûriyê bikin.
Berî niha Serokê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li gel Serokê hikûmeta veguhez a Sûriyê Ehmed Şera rêkeftineke 8 xalî îmze kiribû û di wê rêkeftinê de behs hatibû kirin ku HSD wek xwe bimîne, lê girêdayî Wezareta Berevaniya Sûriyê be.
Berpirsên Kurd jî ji Reutersê re ragihandine, ew pabendî rêkeftinê ne, lê ji ber li Sûriyê pêkhateyên din wek pêwîst nayên parastin, daxwazên kurdan ên cuda wê hebin.
Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd gotiye, sîstema federalî ji bo kurdên li Sûriyê wê parêzvaniyê li yekparçeyiya axa Sûriyê bike.
Herwiha daye zanîn: “Her cihekî û herêmeke kurd lê piranî bin, pêwîste ji aliyê îdarî û siyasî û çandî ve ew bixwe xwe birêve bibin. Ev jî dê parastinê li yek parçeyiya axa Sûriyê bike, lê divê destûrî be û di destûra Sûriyê de ew hebe.”
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




