Nûnerê Trump pêşniyara nû ya agirbestê pêşkeşî Hemasê kir

Nûnerê Trump pêşniyara nû ya agirbestê pêşkeşî Hemasê kir

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, ragihand ku wan pêşniyara nû ya agirbestê bo Şerîda Xezeyê pêşkeşî Tevgera Hemasê kiriye.

Witkoff da xuyakirin ku wan pêşniyara Amerîkayê ya agirbestê bi rêya navbeynkaran pêşkeşî Hemasê kiriye û got, di çarçoveya xizmeta berjewendiyên Filîstîniyan de, pêşniyara nû ya agirbestê bi hurbînî hatiye amadekirin.

Nûnerê Trump herwiha diyar kiriye ku ew li ser nivîsara rêkeftineke herî bilez a agirbestê di navbera Îsraîl-Hemasê de dixebitin daku bingeha agirbesteke mayînde were amadekirin.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.