NY: Di 5 salên dawîn de ji ber mayînên li bejahiya Iraqê, 314 zarokan can da yan jî birîndar bûn

NY: Di 5 salên dawîn de ji ber mayînên li bejahiya Iraqê, 314 zarokan can da yan jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Di Roja Cîhanî ya Hişyariya li dîjî Mayînan û Alîkariya Di Çalakiya Mayînan de, ku îro, 4ê Nîsanê ji bo wê hatiye destnîşankirin, raporên fermî yên Neteweyên Yekbûyî eşkere kirin ku di 5 salên borî de, herî kêm 314 zarok ji ber mayînan can daye yan jî birîndar bûne.

Pehr Lodhammar, Serokê Bernameya Çalakiya Mayînan ji bo UNMASê yê li Iraqê, got: 

“Erka Dezgeha Çalakiya Mayînan a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê ew e ku ewlehiyê bi pêş bixe û derfetan ji bo aramî û pêşkeftina domdar peyda bike. UNMAS dê berdewam be li ser piştgirîkirina Hikûmeta Iraqê û Birêveberiya Çalakiya Mayînan di rûbirûbûna gemariya teqemeniyan de û dê ji bo vekirina rê li ber vegera ewle û birûmet a penaberên Iraqî û bikaranîna berhemdar a erdê veke.”

Tevî hewldanên berdewam ên rêxistinên neteweyî û navneteweyî, rapor têne destnîşan dikin ku Iraq hîn yek ji welatên herî zêde bimayîn e li cîhanê. 

UNICEFa bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, banga çalakiya lezgîn kir û got:

“Mafê her zarokî heye ku zarokatiyeke ewle û aram hebe, bêyî metirsiya mayîn û bermahiyên teqîner ên şer.”

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.