Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke nivîskar û rewşenbîrên Ereb kir

Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke nivîskar û rewşenbîrên Ereb kir

PeyamaKurd – Şandeke nivîskar û rewşenbîrên Ereb pesna rola Serok Mesûd Barzanî ya li pêşxistina çanda diyalog û pêkvejiyana siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê da.

Mesûd Barzanî pêşwaziya gelek nivîskar û rewşenbîrên Ereb kir ku ji bo beşdarbûna 17emîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê hatibûn Hewlêrê.

Şanda mêhvan pesna rola Serok Mesûd Barzanî ya di pêşxistina çanda diyalog û pêkvejiyana siyasî li Herêma Kurdistan û Iraqê da û bi rêkxistina salane ya pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê bilind nirxand.

Şandeyê diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî ji bo pêşxistina têkiliyên çand, civak û şaristaniyan û ji bo dewlemendkirina ziman û wêjeya gelên herêmê girîng in.

Serok Barzanî bal kişand li ser çand û wêjeya Kurdî û rola zana û nivîskarên mezin ên Kurd di xizmetkirina gelên deverê de û bal kişand li ser wê yekê ku kultûr bingeheke girînge ji bo têgihîştina gelên deverê.

Her li vê hevdîtinê de endamên şanda mêhvan çendîn pirsiyar li ser pirsa Kurd, rewşa siyasî ya Sûriye û Rojhilata Navîn, guhertin, derfet û pêşhatên nû ji Serok Barzanî kirin.

 
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.