NYT: Otorîterîzma Trump destê Erdogan xurt dike

PeyamaKurd – Rojnameya New York Times (NYT) jî di analîza xwe ya bi sernavê "Trump îlhamê dide otorîterên li çaraliyê cîhanê" de, geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê cih girt.
Di analîza ku ji hêla nûçegihanê Qesra Spî yê NYTyê Michael D. Shear ve hatî nivîsandin de, tê gotin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, "Piştgiriya rêberên ku dev ji prensîbên demokratîk berdidin, ne ku wan şermezar dike."
Endama berê ya Meclisa Nûneran a Demokrat Jane Harman nirxandina ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hin lîder "bi salan e ji prensîbên demokratîk dûr ketine" parve dike û diyar dike ku zexta Trump a li ser daraz, rojnamevan û zanîngehan dikare vê meylê hîn zêdetir teşwîq bike.
“Tevgerên Trump lîderên biyanî teşwîq dikin”
Di analîzê de jî hat destnîşankirin ku Trump piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Erdogan şermezar nekir. Serokomarê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê da got, "Tirkiye welatekî baş e û serokê wê jî baş e."
Ruth Ben-Ghiat ji Zanîngeha New Yorkê got ku helwesta Trump ji hêla "rêberên otorîter" ve li çaraliyê cîhanê ji nêz ve tê şopandin û got: "Tevgerên Trump di vî warî de cesaretê dide serokên biyanî yên ku dizanin ku DYA êdî bûye hevalbendek otokratîk û reftarên zordar wê ti encamekê neyne."
Di analîzê de herwiha hat destnîşankirin ku helwesta rêberê Komarî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic cesaret kiriye.





