Peymana çekan a Almanya û Ukraynayê

Peymana çekan a Almanya û Ukraynayê

PeyamaKurd – Her çend di navbera Almanya û Ukraynayê de li ser hilberîna çekên dûravêj peymanek hat îmzekirin jî, Almanya wê alîkariyek zêde ya bi qîmeta 5 milyar euroyî bide Ukraynayê.

Almanya û Ukraynayê ji bo çêkirina çekên dûravêj peymanek îmze kirin. Di daxuyaniyekê de ji aliyê Wezareta Parastinê ya Almanya ve hat gotin ku Wezîrê Parastinê Boris Pistorius û Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov li paytext Berlînê civiyan û piştî civînê, her du wezîran peymanek li ser hilberîna çekên dûr-menzîl di navbera Almanya û Ukraynayê de îmze kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yekem ji van sîsteman dikare di nav çend hefteyan de ji hêla artêşa Ukraynayê ve were bikaranîn.

Herwiha hate gotin ku peymanek hatiye îmzekirin ku tê de tê gotin ku Almanya wê 5 milyar euro alîkariya zêdetir bide Ukraynayê û ew alîkariya 5 milyar euro ku Almanya wê bide Ukraynayê, nîşandana piştgiriya leşkerî ya Almanya ji bo Ukraynayê ye.

 
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.