Peymana ewlehiyê ya Iraq û Îranê bû sedema nîgeraniya Amerîkayê

Peymana ewlehiyê ya Iraq û Îranê bû sedema nîgeraniya Amerîkayê

PeyamaKurd – Iraq û Îranê peymaneke nû ya ewlehiyê îmze kir ku armanca wê xurtkirina kontrola li ser sînorê hevpar ê bi dirêjahiya 1400 kîlometreyan e. Ev pêngav rastî berteka neyînî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat, lê hikûmeta Iraqê tekezî li ser serweriya xwe kir û ragihand ku ev pêvajo dê bi awayekî birêkûpêk bi rê ve biçe.

Peyman di serdana Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Elî Larîcanî ya bo Bexdayê de, di bin çavdêriya Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî de, di navbera Larîcanî û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Iraqê Qasim Arecî de hat îmzekirin.

Li gorî peymanê, her du dewlet dê hevkariyê bikin ji bo xurtkirina ewlehiya sînor, kontrolkirina baregehên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Iraqê û radestkirina kesên ku ji aliyê her du aliyan ve tên xwestin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, "Em piştgiriyê nadin peymaneke ku Iraqê bike wekîla Îranê."

Hin pispor vê pêngavê wekî nîşana zêdebûna bandora Îranê li Iraqê û dûrketina ji polîtîkayên Amerîkayê dibînin. Pisporê Ewlehiyê yê Iraqî, Wail Hazim, hişyarî da û got, "Ev peyman dê serweriya Îranê zêdetir bike," û pêşbînî kir ku ev yek dê bibe sedema bertekên tund ên navneteweyî û cezayên giran li dijî Iraqê.

Li hemberî van nîgeraniyan, rayedarên Iraqê li biryara xwe parastin. Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî, Qasim Arecî, eşkere kir ku ev peyman ne nû ye û ji sala 2023yan ve li ser tê xebitandin û tenê di serdana dawî de bi awayekî fermî hatiye îmzekirin.

Balyozxaneya Iraqê yê li Washingtonê jî daxuyaniyek da û got, "Iraq welatekî serbixwe ye û teslîmî siyaseta tu welatekî din nabe."

Herweha, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Fazil Ebû Rexîf mafê Iraqê yê ji bo danîna têkiliyên baş bi hemû cîranên xwe re, di nav de Kuweyt, Urdun, Erebistana Siûdî û Îran, parast. Wî bal kişand ser "pêwendiyên dîrokî û şaristanî yên hevpar ên di navbera gelên Iraq û Îranê de" ku divê rêz jê re bê girtin.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.