Piştî limêja Înê êrîşê ser mizgeftê kirin: 2 birîndar

Piştî limêja Înê êrîşê ser mizgeftê kirin: 2 birîndar

PeyamaKurd – Polîsê Îsveçê ragihand ku li bajarê Örebro di mizgeftekî de, piştî xelk limêja Înê kir, êrîşa çekdarî pêk hat û 2 kes birîndar bûn.

Polîsê Orebroyê di ser malpera xwe ya İnternetê de daxwuyanî da û got ku seet di 13.45an de, ew agahiyê sitendine ku nêzî mizgefta Örebroyê dengê çekan hatiye. Polîs gihaye ciyê bûyerê û ragihandiye ku di êrîşê de birîndar hene.

Polîs gotiye ku bila xelk ji ciyê bûyerê xwe dûr bihêle, sedema êrîşê heya niha nayê zanîn û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike. TV ya dewleta Îsveçê SVT gotiye ku berdevkê polîs Lars Hedelin, gotiye ku di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Hemwelatiyekî raghandiye ku ew diye dema ji mizgeftê derketine, li 2 kesan xistine û birîndar bûne lê bûyer êrîşa sre mizgeftêye an bi taybetî êrîşê ser her dû kesên birîndar kirine nayê zanîn.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.