Qesra Spî hişyariya bacên giran da Rûsyayê

Qesra Spî hişyariya bacên giran da Rûsyayê

PeyamaKurd – Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt di civîna xwe ya rojane de li ser mijarên girîng ên siyaseta derve û navxweyî axivî.

Leavitt ragihand ku heke Rûsya di nav 50 rojan de agirbestek an peymaneke aştiyê qebûl neke, dê bi bacên giran û cezayên duyemîn re rûbirû bimîne, tevî Rûsyayê welatên ku petrolê ji Rûsyayê dikirin jî dê rastî bacên giran bên. Wê got, "Ev dê zirareke mezin bide aboriya Rûsyayê."

Wê her weha anî zimên Trump ji bo şerê Ûkraynayê çareseriyeke dîplomatîk dixwaze.

Leavittê diyar kir ku DonaldTrump piştgiriya veguherîna Sûriyeyê bo welatekî aştîxwaz dike, bi rakirina dorpêçan û kêmkirina nakokiyan, û got DYA rewşê bi baldarî dişopîne.

 Leavittê li ser tendirustya Trump jî got dest û lingên wî werimîne ku sebeb êşeke wî ya kronîk a rehan e. Lê tekez kir ku tenduristiya wî baş e û ew karê xwe didomîne.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.