Rûsya: Şertê sereke yê ji bo hevdîtina Erdogan-Esed vekişîna hêzên Tirk e!

Rûsya: Şertê sereke yê ji bo hevdîtina Erdogan-Esed vekişîna hêzên Tirk e!

PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin ê Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev li ser asayîkirina pêwendiyên Sûriye-Tirkiyê û hevdîtina di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed daxuyanî dan.

Lavrentyev got, "Eger Tirkiye hêzên xwe yên dagirker venekişîne hevdîtina Esed û Erdogan zehmet e."

Aleksander Lavrentyev diyar kir ku heta niha şert û mercên hevdîtinên di navbera Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan de çênebûne û wiha pê de çû: "Bi baweriya min hê zû ye ku em behsa hevdîtina serokên van her du welatan bikin. Hin danûstandin di navbera wezîrên parastinê de di çarçoveyeke çaralî de (Rûsya, Îran, Sûriye, Tirkiye) berdewam dikin. Lê belê, ew dê zû be ku meriv pêwendiya di asta bilind de hêvî bike."

‘Beriya garantiya vekişînê diyalog zehmet e’

Lavrentyev wiha axivî: "Em di wê baweriyê de ne ku asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê garantiya aramiya rewşa Sûriyeyê ye. Beriya her tiştî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo opozîsyona Sûriyeyê nayê paşguhkirin. Û helbet mijara sereke, vekişîna leşkerên Tirk e ji axa Sûriyeyê ya dagirkirî ye. Divê em navê her tiştî rast lê deynin: Di prensîbê de wekî welatekî dagirker tevdigerin. Ji ber vê yekê di mijara vekişandina leşkerên xwe de beriya ku Şam ji Tirkiyeyê garantiyan wergire destpêkirina diyalogê zehmet e."

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.