Sûdanî bersiva Îsraîlê da: Dixwazin şer berfireh bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihmede Şiya Sûdanî, nameya Îsraîlê ku ji Neteweyên Yekbûyî re şandiye û tê de hişyariya bersivdana êrîşên Berxwedana Îslamî dide Iraqê red kir û got, “Îsraîl dixwaze bazineya şer berfireh bike.”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Çarşemê serokatiya rûni.tina asayî ya Civata Wezîrên Iraqê kir ku tê de danûstandin li ser çend pirs û dozên navxweyî û herêmî hatin kirin.
Sûdanî di civînê de bersiva Îsraîlê da û got, “Peyama Qewareya Zayonî, ku pêşkeşî Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kiriye, behane ye ji bo destdirêjîkirina li ser Iraqê û bizavên wê ji bo berfirehkirina bazineya şer e li deverê.”
Sûdanî diyar kir, “Biryara şer û aştiyê li Iraqê di destê dewletê de ye û rê bi ti aliyekî nayê dayîn ku wî mafî bide xwe”.
Herwiha Sûdanî, kişandina nav şer red kir.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.