Sûdanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê kir: Li nêzîk şandên herdu welatan dicivin

Sûdanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê kir: Li nêzîk şandên herdu welatan dicivin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 18ê Mijdarê li Bexdayê pêşwazî li Wezîrê Bazirganîya Tirkiyê Omer Bolat kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de Projeya Rêya Geşepêdanê û pêwendiyên bazirganî yên navbera herdu welatan hatine gotûbêjkirin.

Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê ragihand, Sûdanî amadebûna welatê xwe ji bo şirîkatiyeke vekirî, cidî û zelal bi Tirkiyê re aniye ziman û behsa çaksaziyên hikûmeta Iraqê kiriye.

Herwiha Sûdanî daxwaziya Iraqê ya pêşxistina bazirganiya ligel Tirkiyê aniye ziman û ragihandiye ku wê piştî du hefteyan di navbera Tirkiye-Iraqê de civîna Komîsyona Aborî û Bazirganî bê kirin.

Li aliyê din Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Omer Bolat, silavên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihandiye Sûdanî û bal kişandiye ser girîngiya projeya Rêya Geşepêdanê.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.