Sûriye | Li Siwêdayê piştî êrîşa ambulansê bijîşkan dest bi protestoyê kir

Sûriye | Li Siwêdayê piştî êrîşa ambulansê bijîşkan dest bi protestoyê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser rêya Erîqa-Necran a li rojhilatê parêzgeha Siwêda ya Sûriyê, mayînek bi ambulansekê de teqiya. Li gorî çavkaniyên herêmê di encama teqînê de 6 kes birîndar bûn.

Hate zanîn ku mayîn bi ambulansa nexweşên ku ji bo şûştina  gurçikan diçûn Nexweşxaneya El Wetenî de teqiyaye. 6 birîndarê tîma bijîşkî bo Nexweşxaneya El Wetenî ya Siwêdayê hatin veguhestin. Rêveberiya nexweşxaneyê daye xuyakirin ku rewşa birîndaran sivik e.

Piştî vê êrîşê bi dehan hemwelatî, bijîşk û karkerên beşa tenduristiyê ji bo şermezarkirina ketina çekdaran li nava nexweşxaneyê û êrîşên dijî kadroyên tibî, li ber Nexweşxaneya El Wetenî ya Siwêdayê protesto dan destpêkirin.

Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.