Sadr banga qedexekirina bazirganiya bi dostên Îsraîlê re kir

Sadr banga qedexekirina bazirganiya bi dostên Îsraîlê re kir

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sadr a Iraqê Muqteda Sadr, li ser medya civakî Xê peyamek belav kir û bang li hikûmeta Iraqê kir, yasaya qedexekirina bazirganiya bi hevpeyman û piştgirên Îsraîlê re derxe.

Sadr, bang li Parlamentoya Iraqê kir, li ser derxistina yasaya qedexekirina danûstandina bazirganî ya bi hevpeyman û alîgirên Îsraîlê re amadekariyê bike û got, divê qedexe herwiha zirarê nebe aboriya Iraqê jî.

 Muqteda Sadr got ku bi taybet jî ew yasaya qedexeyê, di serî de ji bo welatên piştgiriya çekan didin Îsraîlê bê derxistin, lê zirarê jî nede aboriya Iraqê.

Herwiha Sadr, ji bo pêkanîna serjimêriya giştî di rojên 20-21ê Mijdarê de li Iraqê jî hişyarî da ku ti destwerdaneke siyasî tê de neyê kirin.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.