Şandeya DEM Partiyê serdana AK Partiyê kir

Şandeya DEM Partiyê serdana AK Partiyê kir

PeyamaKurd – Şandeya DEM Partiyê, ku ji Hevserokên DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan, Cîgirên Serokê Koma Meclîsê Gulistan Kılıç Koçyiğit û Sezai Temelli pêk tê, serdana Koma AK Partiyê kir.

Civîna di navbera şandeya DEM Partiyê û şandeya AK Partiyê de, li Meclisa Mezin a Tirkiyê saet di 15:00 de dest pê kir.

Piştî biryara hilweşandina PKKyê, DEM Partiyê dest bi gera serdanên partiyên siyasî kiribû.

Di vê çarçoveyê de, şandeya DEM Partiyê berê serdana Partiya DEVA, Partiya Saadet, CHP, Partiya Gelecekê (Pêşerojê), Partiya Refaha Nû û MHPyê kiribû.

Serdana DEM Partiyê îro bi AK Partiyê re berdewam dike. Di civîna li gel AK Partiyê, şandeya AK Partiyê ji Serokê Komê Abdullah Güler, Alîkarê Serokê Giştî Efkan Ala, Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik û Cîgira Serokê Koma AK Partiyê Özlem Zengin pêk hat.

Herweha, tê payîn ku şandey DEM Partiyê bi Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş re jî hevdîtinekê pêk bîne.

 

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.