Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî peyamek ji bo Cejna Remezanê belav kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û cejna hemû Misilmanan pîroz kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê hat weşandin de wiha got:
"Ez ji bo Cejna Remezanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Misilmanên dinyayê dikim. Lê belê ez vê yekê bi dilekî giran dikim, li Mislimanên ku ji ber sedemên wek şer, pevçûn û koçberî nikarin bi malbatên xwe re eydê pîroz bikin."
Guterres diyar kir ku cejn dema hevgirtin û dilovaniyê ye û got, "Hêvîdar im ev serdem wê gel bîne cem hev û van nirxan pêk bînin."





