Sekreterê Hizbullahê: Plana bêçekkirinê Hizbullahê dê rê li ber şerê navxweyî veke

PeyamaKurd – Rêberê Hizbullahê, Neîm Qasim, îro Înê hişyariyeke tund da hikûmeta Lubnanê û got, her hewldaneke ji bo bêçekkirina koma çekdar heta dawiya sala 2025an, dikare welat bixe nava "şerê navxweyî".
Ev daxuyanî di demekê de hatin ku aloziya di navbera koma bi piştevaniya Îranê û hikûmeta Lubnanê de, ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve tê tê teşwîqkirin zêde dibe.
Hikûmeta Lubnanê ferman da artêşê ku heta dawiya salê planekê ji bo bêçekkirinê amade bike, ev yek ji aliyê Hizbullahê ve weke "fermaneke Amerîkî-Îsraîlî" hat binavkirin.
Qasim di axaftineke xwe ya televizyonî de got, "An em bi hev re dijîn, yan jî aştî li ser cîhanê be û hûn berpirsiyariyê hildigirin ser xwe."
Wî tekez kir ku rûbirûbûna bi rêxistina wî re dê "ji bo Lubnanê jiyanê nehêle." Li gorî Qasim, Hizbullah û hevalbenda wê ya Şîa, Tevgera Emel, biryar dane ku xwepêşandanên kolanan paş bixin, ji ber ku hîn jî derfeta diyalogê dibînin.
Lêbelê, wî hişyarî da ku her xwepêşandaneke di pêşerojê de "dibe ku bigihêje balyozxaneya Amerîkî li Lubnanê."
Serokê Hizbullahê tekez kir ku koma wî amade ye ji bo parastina çekên xwe şer bike. "Berxwedan dê çekên xwe teslîm neke heta ku êrîşkarî berdewam be, dagirkerî berdewam be, û em ê pê re şer bikin. Ger hewce bike ku em bi vê projeya Amerîkî-Îsraîlî re rû bi rû bimînin, çi dibe bila bibe."
Ev daxuyanî piştî serdaneke Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî ya bo Beyrûtê hat, ku tê de piştgiriya Îranê ji bo Hizbullahê dubare kir.
Hikûmeta Lubnanê di bin zexteke navneteweyî de ye ku desthilatdariya dewletê li seranserê welêt saz bike, ku ev yek bêçekkirina Hizbullahê weke gaveke sereke dibîne.
Lêbelê, hişyariyên dawî yên Qasim metirsiyên li ser têkçûna aramiyê li welatekî ku jixwe bi krîzên kûr re rû bi rû ye, zêde dike.
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.




