Serjimêriya Giştî ya Iraqê dest pê kir: Heta 24ê mehê dewam dike
PeyamaKurd - Serjimêriya Giştî ya Iraqê ku Kerkûk-navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û parêzgariyên Herêma Kurdistanê jî li xwe digre, dest pê kir.
Di serjimêriya ku wê heta 21ê Mijdarê dewam bike de, 77 pirs têne kirin.
Hate ragihandin ku îro Yekşemê 10 hezar karmendên serjimêriyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê dest bi karûbarên serjimêriyê ya rûniştvanan kirine û heta 21ê mehê jî dê berdewam bikin.
Herwiha serjimêriya bi forma ku 77 pirs tê de hene jî, piştî 22yê mehê dest pê dike û ji bo heyama çend rojan dê dewre û perwerde ji karmendên serjimêriyê re bê dayîn. Piştre jî dê serjimêriya 77 pirs tê de têne kirin jî dest pê bike û heta roja 10.12.2024ê berdewam bike.
Hate zanîn, pirsên ku ji hemwelatiyan bêne kirin, wê derbarê rewşa tenduristiya wan û cureya avahiyên wan û rewşa jiyan û amûrên di nav mala wan de be. Hin pirsên din jî dê di hemû warê geşepêdanê de bêne bikaranîn.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.