Serjimariya giştî zû destpê kir

Serjimariya giştî zû destpê kir

PeyamaKurd – Serjimêriya giştî di saet 07:00an de li seranserê Iraqê ku Herêma Kurdistanê jî di nav de ye, bi beşdariya 130 hezar fermanberan destpê kir.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Teknîkî ya Lijneya Amar û Serokê Dezgeha Teknîkî ya Serjimêriya Nifûsê ya Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ebdulfetah Reûf di daxuyaniya xwe ya roja 19ê Mijdarê de got, tîmên ku ji bo serjimêriya roja Çarşemê 20ê Mijdara 2024ê serdana malan kirine, wê ji saet 07:00ê sibehê ve careke din serdana malan bikin da ku zanyariyên ku berê bi elektronîk tomar kirine piştrast bikin.

Ebdulfetah Reûf diyar kir ku tîmên serjimêriyê ji bilî tomarkirina malbatan, wê pirsên curbicur li ser jiyan, rehetî û aboriya welatiyan jî bikin.

Ebdulfetah Reûf da zanîn ku wê ekîb 3 caran serdana her malekê bikin û diyar kir ku wê li ser malên ku piştî 3 serdanan deriyên wan ji bo kontrolê nayên vekirin û endamên malên wan li wir nînin gotina "mal girtî" bê nivîsandin.

Li gorî amarên qonaxa yekem; Li Hewlêrê ji sedî 95, li Silêmaniyê ji sedî 78 û li Duhokê jî ji sedî 86.2 hatine hejmartin. Biryar e îro û sibe qonaxa duyemîn a serjimêriya giştî ya xelkê were kirin.

 
 
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.