SOHRê bîlançoya êrîşên DAIŞê yên sala 2024an eşkere kir: Zêdetirî 500 kuştî
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) bîlançoya êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê yên ji destpêka sala 2024an ve eşkere kir. Li gorî amaran êrîşên DAIŞê li Sûriyê zêde bûne.
Piştî ku DAIŞ di sala 2019an de li Sûriyê têk çû, li gundewarên herêmên Dêrezor, Hums, Hema, Reqa û Helebê dest bi êrîşan kiriye ku hewl dide xwe ji nû ve birêxistin bike.
Li gorî SOHRê, DAIŞê di sala 2024an de, heta niha 2011 êrîşên belgekirî pêk anîne. Di encamê de 592 kes hatine kuştin, di nav de 56 çekdarên DAIŞê, 478 leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve hene, ji wan 42 çekdar ên milîsên Îranê jî hebûn. Dîsa di êrîşan de 58 kesên sivîl ku di nav de jin û zarok hebûn bûnê qurbanên êrîşan.
SOHRê diyar kiriye ku piraniya êrîşên DAIŞê li ser hêzên rejîma Sûriyê pêk hatine.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.