Steve Witkoff: Netenyahu pêşniyara agirbesê ya DYAyê qebûl kir

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu pêşniyara nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn yê DYAyê ya Steve Witkoff ya agirbesa li Xezzayê qebûl kiriye.
Rojanama Axios, binkeya xebera xwe bir ser rayedarekî Îsraîlê û got ku plana nû ya Witkoff di leha Îsraîlê de guhertiye û Hamas ji vê rewşê razî nîne.
Roja berê, hatibû ragihandin ku pêşniyara Witkoff ji aliyê Hamasê de hatiye qebûl kirin lê li benda bersiva Îsraîlêne.
Eger di pêşniyarê de guherîn di leha Îsraîlê de çêbûbe, dibe ku Hamasê teklîfê qebûl neke lê nûnerê taybet ragihand ku ji pêşniyarê bi hêviye.
Di pêşniyara nûnerê DYAyê de; divê Îsraîl ji Xezzayê qismen vekişe, Hamas 10 dîlên Îsraîlê serbest berde û Îsraîl bihêle alîkariya mirovî bi rihetî here Xezzayê.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




