Tirkiye: Reşbeleka peymana Xeta Petrolê ya Tirkiyê-Iraqê li ser masê ye

PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku reşbeleka nû ya peymana Xeta Petrolê ya Tirkiyê-Iraqê li ser masêye û wê dest bi hevdîtinan bikin.
Bayraktar tevlî bernama televizyona Bahreynê ya bi navê Sky News Arabia bû got ku peymana di navbera Tirkiyê û Iraqê de bersiva pêdiviyên an ku şertên îro nade, kapasîta boriya heyî rojane têra 1,5 milyon varêl petrolê dike û 50 sale Xeta navborî ti carê bi temamî nexebitiye. Bayraktar got:
“Di wextekî nêz de me ji Iraqê re got ku weha nabe, peyman bersiva îro nade pêdiviyên dinyayê û me reşbeleka peymanekî nû ji hukumeta Iraqê re şand. Hukumeta Iraqê li reşbelekê nihêrtiye.
Em bi hêvî ne ku di wextekî nêz de tîmên teknîkî bên cem hev û ji bo peymanekî nû dest bihevdîtinan bikin. Armanca me xeta petrolê bi temamê şiyana xwe bixebite an ku rojane 1,5 milyon varêl petrolê bişînin.”
Wezîr Bayraktar li ser elektrîka Sûriyê jî got ku hedefa Tirkiyê ew e ku zêdetir elektrîkê bidin Sûriyê û di destpêka sala bê de 900 megavat elektrîkê îxracê Sûriyê bikin. Tirkiye heya niha ji 8 ciyan elektrîkê difroşe Sûriyê û 281 megavat elektrîkê dide.
Ji bo miqdara 900 megavat elektrîkê bidin Sûriyê divê li ser axa Sûriyê hinek xebatên teknîkî bên kirin lê wî di nav çend hefteyên pêşiya me de wê miqdarê elektrîkê derxin 360 megavatê.
Wezîr, behsa gaza Azerbeycanê kir ku gihandiye Sûriyê û rojane 3,4 milyom m3 gaz didin Sûriyê lê di xeta wê de dikarin rojane 6 milyon m3 gazê bidin. Di 2yê Tebaxê de dest bi şandina gaza Azerbeycanê kirine û Fona Qatarê ya Geşepêdanê jî bi hevkarî di nav xebatê de ye.
Tirkiye li Basra Iraqê xebatên wê heye ku petrolê derdixe lê gelek kêm e û heya niha ji bo raya giştî nehatiye ragihandin. Li Basrayê xebatên Tirkiyê bi hevkariye.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




