Trump: Ji bo bergiriya NATOyê wê salê 1 trilyon pere zêdetir bicive

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Hollandayê li bajarê Laheyê bi wezîrê xwe yê bergiriyê Pete Hege Segseth û wezîrê karên derve yê DYAyê bi Marco Rubio re tevlî civîna NATOyê bû. Trump di civîna NATO de ragihand ku ji bo mesrefên NATOyê wê salê budça NATOyê ji budça niha îlawe wê ji trilyonekî zêdetir pere bicive. Trump got:
“Hema hema temamê endaman bi awayekî bilez planê xwe li gor %5an amade kirine. Wê di salê de 1 trilyon perê budça NATOyê zêde bibe. Lê para DYAyê li gor hevkarên din zêdeye û ev nerewaye. Perê ku em ê bidin ji bo me pereyekî zêdeye.”
Li ser mijara ûranyuma Îranê Trump got ku ew difikire ku hêj ûranyûma Îranê di tesîsan de ye û dewam kir:
“Em difikirin ku me gelek bilez û dijwar lêxist û ew nikaribûn ûranyûmê derxin derveyê tesîsê. Êrîş, kirin ku wê Îran bi salên dirêj nikaribe çekên nuklerî pêşde bixe. Ez difikirim ku şer qediyabe û nafikirim ku car din Îran û Îsraîl êrîşê hev bikin.”
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




