Trump: Li Xezeyê gelek kes dimirin û em ê hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin

Trump: Li Xezeyê gelek kes dimirin û em ê hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya duh de bal kişand ser wê yekê ku ew ê hewl bidin “pirsgirêka Xezeyê” çareser bikin û got, “Li Xezeyê gelek kes dimirin û em ê bibînin ka em ê çi bikin.”

Berî niha Trump gotibû, çêdibe ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû hefteya bê serdana Amerîkayê bike.

Di daxuyaniya xwe ya di balafira Air Force Oneê de ji rojnamevanan re diyar kir ku îro bi Netanyahû re axiviye û bi wî re gelek mijar gotûbêj kirine.

Di demekê de ku daxuyaniyên Trump hevdem bûn bi heyama ku artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li Zîvala Xezeyê zêde kir, Berdevkê artêşê Avichai Adraee got ku operasyona leşkerî ya artêşê li Xezeyê “di van rojên dawî de ketiye qonaxeke nû ji bo bidestxistina armancên şer, vegerandina kesên revandî û têkbirina şiyanên leşkerî û otorîter ên Hemasê.”

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.