Li navça Bismilê 2 malbat li hev xistin: 5 birîndar hene

Li navça Bismilê 2 malbat li hev xistin: 5 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Bismilê li taxa Kooperatîflerê di navbera du malbatan de pevçûn derket û paşî bi çekan li hev xistin. Di şer de demançe û klaşnîkofan bikaranîn. Sedema pevçûnênehat zanîn.

Di encamê de Ali E., Nebi E., Lokman E., Abdülsamet E. û kesekî ku navê wî an wê nehat zanîn birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.