Ukrayna: Rûsyayê bi 120 moşekan û 90 balafirên bêmirov êrîş kir!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî ragihand ku artêşa Rûsyayê bi şev û danê sibê bi 120 mûşek û 90 balafirên bêmirov êrîşeke tund li ser hemû deverên welatê wî pêk aniye.
Volodymyr Zelenskî ragihand ku Rûsyayê bi 120 moşekan û 90 balafirên bêmirov êrîş kiriye.
Zelenskî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Rûsyayê bi şev û danê sibê êrîşeke hevpar a tund li dijî hemû herêmên wî welatî pêk aniye.
Zelenskî bal kişand ku artêşa Rûsyayê di êrîşê de balafirên bêmirov ên curbecur û "Tsirkon", "Iskender", "Kinjal" ên Kruz, moşekên balîstîk û hewayî yên curbecur bi kar anîne û wiha got: "Bi tevahî derdora 120 fuze û 90 balafir hatin bikaranîn. 140 hedefên hewayî ji aliyê hêzên me yên parastina hewayî ve hatin derbkirin."
Zelenskî diyar kir ku artêşa Rûsyayê binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê kir hedef û got, "Mixabin ji ber lêdan û ketina mayînan xisar li avahiyan heye. Di encama êrîşa balafirên bêmirov ên li Mîkolaîvê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 6 kes jî birîndar bûn."
Zelenskî herwiha da zanîn ku elektrîk li hinek deveran qut bûye û hemû hêzên pêwendîdar di nava hewldanan de ne ku encamên êrîşê ji holê rakin.