YEyê ambargo danî ser sewqiyata keştiyan a berev Îranê

YEyê ambargo danî ser sewqiyata keştiyan a berev Îranê

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê wek berteka li hemberî piştgiriya rejîma Îranê ya ji bo Rûsyayê, amabargo danî ser sewqkirina keştiyan a berev Komara Îslamî ya Îranê.

Yekitiya Ewropayê di wê baweriyê de ye ku keştiyên Komara Îslamî bi salan e di nav veguhestina bargehên leşkerî de cih girtiye.

Cezayên nû yên Yekîtiya Ewropayê li dijî kesek û 4 saziyên Komara Îslamî

Her wiha Yekîtiya Ewropayê, îro ceza li dijî cîgirê wezîrê berevaniya Komara Îslamî ya Îranê, endamên payebilind ên Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî û 4 şirketên firokevaniyê bi tawana şandina firokeyên bêpîlot, mûşek û alavên din a bo Rûsyayê sepand ku ew di şerê li dijî Ûkraynayê de bi kar tanîn.

Li gorî agahiyan, navên 3 şirketên hewayî yên weke Îran Air, Mahan Air û Saha û Seyd Hemze Qelenderî cîgirê wezîrê berevaniya Komara Îslamî ya Îranê di nav wan kesan de ye ku hatine cezakirin.

Yekîtiya Ewropayê ragihandibû ku “firokeyên van şirketan gelek caran ji bo veguhestina firokeyên bêpîlot ên Îranê û teknolojiyên pêwendîdar ji bo Rûsyayê hatine bikaranîn û Rûsyayê ew firoke di ‘şerê xwe yê êrîşkar’ ê de li dijî Ûkraynayê bi kar aniye.”

 

 

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.