Alîkariyên darayî yên Mesrûr Barzanî ji bo Êzidiyên rizgarbûyî didomin

PeyamaKurd – Alîkariyên darayî yên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam in û alîkariya meha Adarê li bo Kurdên Êzidî yên ku ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar bûne, tên belav kirin.
Ji roja Duşemê ve belavkirina alîkariyê dest pê kiriye ku navçeyên Xankê û Şêxan û Şarya û Dêrebûn û Duhokê li xwe digre.
Her weha ew Êzidiyên ku bi fermana Serokwezîr bûne xwedî nasnameyeke taybet, wek belgenameyeke fermî tê bikaranîn ku li saziyên hikûmetê dikarin bi kar bînin û hêsankarî di karûbarên wan de tê kirin.
Ev 8 meh in ku 3 hezar û 575 rizgarbûyiyên ji DAIŞê vê alîkariyê werdigrin.
Alîkariyên Serokwezîr ên ji bo rizgarbûyiyên ji dest DAIŞê hemû endamên malbatên rizgarbûyî li xwe digire û heta ewên ku niha li derveyî welêt in jî wê alîkariyê werdigrin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




