Birêveberê kargeha çîmentoyê ya Şingalê û berpirsê wê yê ewlehiyê bi sûcê gendeliyê hatin desteserkirin

Birêveberê kargeha çîmentoyê ya Şingalê û berpirsê wê yê ewlehiyê bi sûcê gendeliyê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Birêveberê kargeha çîmentoyê ya Şingalê û berpirsê ewlehiya wê bi sûcê gendeliyê hatin desteserkirin.

Saziya Asayîşa Niştimanî ya Iraqê desteserkirina birêveberê kargeha çîmentoyê ya Şingalê û berpirsê parastina wê tekez kir û diyar kir: 

“Her du kesan dema gendelî kirin hatin desteserkirin.”

Kargeha çîmentoyê ya Şingalê her roj 3.200 ton çîmento hildiberîne û hilberîna wê ya salane digihîje 2 milyon tonan.

Li Şingalê, ji ber hebûna milîsên Heşdî Şeibî û çekdarên neqanûnî, gendelî pir zêde bûye û kêm caran berpirsyar ji ber gendeliyê tên cezakirin.

 

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.