"Em bi biryar in ku li dijî sûcên organîze û qaçaxçitiya mirovan têbikoşin"

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryar e ku li dijî tawanên organîze û bazirganiya mirovan şer bike.
Wezîr Ehmed li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X (Twittera berê) roja Pêncşemê 3ê Nîsana 2025an, derbarê Civîna Ewlekariya Sînor a ku li Londonê beşdar bû de, nivîsek parve kir.
Ehmed got: “Di Lûtkeya Ewlekariya Sînor a Londonê de, min pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna tawanên organîze û bazirganiya mirovan dupat kir û got, “Em ligel hevkarên xwe yên navdewletî ji bo rûbirûbûna tawanên dersînorî kar dikin.”
Wezîrê Navxwe diyar kir ku di çarçoveya vê lûtkeyê ya du rojî de, derfeta hevdîtina li gel hinek hevkarên welatên Ewropî hebû û di civînê de behsa bihêztirkirina pêwendiyan û hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê û bihêzkirina asayîşa sînoran hate kirin.
Lûtkeya Ewlekariya Sînor ku roja Duşemî 31ê Adara 2025an bi beşdariya wezîr û rayedarên gelek welatan bi fermî dest pê kir, du rojan berdewam kir.





