Li çiyayê Herzexê cesedê şivanê bi kêrê hat kuştin, dîtin

Li çiyayê Herzexê cesedê şivanê bi kêrê hat kuştin, dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Herzexê (İdil) şivanekî ku li çiya heywanan diçêrand yê bi navê Kamil Aslan (19), cesedê wî hat dîtin. Hinek kes bi kêrê ew kuştibûn.

Bûyer ber destê êvarê li navça Herzexê li bajarokê Tilêla (Sırtköy) qewimî. Dema gundî dîtin ku miyên şivan Kamil Aslan bê xwedî mane û bê şivan dageriyan malê û hem Aslan xwuya nake, gundî ketin nav lêgerîna wî.

Gundî çûn ciyê ku Kamil Aslan lê heywanan diçêrand. Cenazê wî li Çiyayê Sipî ciyê ku heywanan lê diçêrand dîtin ku şivan nav xwînê de mabû.

Xeberê dan cendirme û tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê dîtin ku şivan Kamil Aslan ji ber bi kêran gelek caran kêr kirine, jiyana xwe ji dest daye.

Cenazê Kamil Aslan birin nexweşxana Herzexê (İdil) ya dewletê da otopsiya wî bikin. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.