Dizeyî: Kompaniyên biyanî ji aramiya Kurdistanê matmayî mane

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê devereke aram e û kompaniyên biyanî bi vê aramiyê matmayî mane.
Dizeyî got, "Sermayedar herdem li wan deran veberhênanê dikin ku aram û bê arîşe ne" û diyar kir, li herêmê qanûnên berkar ên baş ji bo sermayedaran hene da ku bikarin li wir kar bikin û wiha pê de çû:
"Em hewl didin ku ew qanûn hemdemî bin, ji bo ku gelek kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê projeyên xwe bi cih bînin."
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî jî diyar kir ku ew hewl didin kompaniyên biyanî werin herêmê û bi taybetî jî bi Îmaratê re çend proje têne pêkanîn.
Şikrî got ku niha Îmaratê dest bi projeyeke gelek serkeftî ya çandinê li Zaxoyê kiriye û da zanîn, "Di plana me de ye ku em li paşerojê hejmareke projeyên cuda bi hevahengiya kompaniyên wî welatî li Herêma Kurdistanê bi cih bînin. Em dixwazin ew tevlî bihêzkirina jêrxaneya aborî ya welatê me bibin."
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




