Hecîyeke Kurd li Mekkeyê koça dawî kir

PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku yekem heciya Kurd li Mekkeyê koça dawî kiriye.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl Kemal ji K24ê re gotiye yekem hacîyê Kurd roja Yekşemê, 8ê Hezîrana 2025an, piştî temamkirina hecê li Mekkeyê koça dawî kir.
Berdevk Kemal ragihand ku hacî Meryem Ebdulezîz Yusuf bû, ku di sala 1955an de ji dayik bûye.
Roja Înê, 16ê Gulana 2025an, koma yekem a hacîyan bi rêya bejahî ji Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî ve çû. Roja Duşemê, 19ê Gulana 2025an, koma yekem bi rêya hewayî ber bi Erebistana Siûdî ve çû.
Hejmara welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku îsal ji bo hecê çûne Erebistana Siûdî 5,120 e.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




