Hevserokên Partiya DEMê telefonî Ozgur Ozel kirin

PeyamaKurd - Hevserokên Partiya DEMê Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan bi rêya telefonê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re axivîn û derbarê rewşa tenduristiyê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdi Zeyrek de agahî wergirtin û hêviya başbûnê jê re xwestin.
Li gorî daxuyaniyek ji Partiya DEMê, Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan bi rêya telefonê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re li ser rewşa Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdi Zeyrek axivîn, ku li mala xwe bi elektrîkê ketibû û li Nexweşxaneya Hafsa Sultan a Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê tê dermankirin.
Piştî ku derbarê rewşa tenduristiyê ya Ferdi Zeyrek de agahî wergirtin, Hatimoğulları û Bakirhan hêviyên başbûnê ji bo Serokê CHPê Ozgur Ozel xwestin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




