Li navça Şaxê, kevirên ji çiya gêr bûn, ketin ser 2 şivanan û yek ji wan mir

Li navça Şaxê, kevirên ji çiya gêr bûn, ketin ser 2 şivanan û yek ji wan mir

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê lki navça Şaxê (Çatak) kevirên ji çiya de gêr bûn, bi ser 2 şivanan de ketin û her 2 şivan di bin keviran de man. Yek ji şivanan jiyana xwe ji dest da û yê din birîndar bû. Di dema şivan heywanên xwe diçêrandin, şivan rawestiyabûn û kevir bi ser wan de gêr bûn.

Bûyer li navça Şaxê li gundê Alacayerê ku ji Şaxê 15 km dûre çêbû. Her dû şivan Davut İnçamur û Yakup İnçamur heywanên xwe li zozanê Bekir Axa diçêrandin. Şivan dema baran dibariya ji bo xwe ji baranê biparêzin rawestiyan û di bin kevirên ku ji çiya de gêr bûn de man.

Davut İnçamur li ciyê bûyerê can da û 2 keçên wî hene. Yakup inçamur birîndar bû ku xwediyê 4 kur û keçekiye.

Li ser agahdarkirina tîmên cendirmeyan, AFAD, UMKE, 112 yên tenduristiyê, tevî tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û dest bi xebata rizgarkirinê kirin. Lê ji ber rê nediçû ciyê bûyerê, ji bo tîman gelek zahmet bû.

Ji ber êvar bû û baran dibariya, tîm karibûn 4 seet bi şûnde cenaze û birîndar ji çiya daxin jêr. Cenazê candayî birin morga nexweşxanê û yê birîndar birin nexweşxana dewletê ya Şaxê (Çatakê).

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.