Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyeyê xortekî Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyeyê xortekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê Kurd Erşed Ferzabend bi dar ve kir.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Yekşemê, 16ê Adara 2025an, girtiyê Kurd yê bi navê Erşed Ferzadbend (28) ji Mîrgewera Ûrmiyeyê, li girtîgeha Deriya ya Ûrmiyeyê hat bidarvekirin. 

Hat ragihandin ku ew berê bi tohmeta “kuştina bi qest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû cezakirin û 3 sal berê hatibû girtin. 

Hengawê tekez kir ku heta niha, medyaya fermî ya Îranê, nûçeya bidarvekirina vî xortê belav nekiriye.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.