Resepsiyona Newrozê li Serokatiya Parlamentoya Brîtanyayê hat lidarxistin

Resepsiyona Newrozê li Serokatiya Parlamentoya Brîtanyayê hat lidarxistin

PeyamaKurd – Rêvebera Giştî ya Dîasporaya Kurdistanê Şîfa Barzanî peyama Serok Barzanî ya Newrozê pêşkêşî Parlamentoya Brîtanyayê kir.

Seroka Meclisa Gelan Lindsay Hoyle bi beşdariya Şîfa Barzanî û gelek wezîr û parlamenteran duyemîn pîrozbahiya Newrozê li mala xwe organîze kir.

Di wê merasimê de, Şîfa Barzanî bi minasebeta hatina cejna Newrozê pîrozbahî û silavên Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku Newroz ne tenê cejna gelê Kurd e, belku sembola serketina ronahiyê li ser tarîtiyê û serkeftina li dijî zilmê ye.

Şîfa Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û bang li Brîtanyayê kir ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya Kurdan bike û mafên wan di destûrên welatên ku wan parçe dikin de cih bigire.

 
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.