Şanda PDKê dest bi serdanên avakirina hikûmeta nû dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi serdana YNK û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê dike.
Li gorî çavkaniyên ji Komîteya Navendî ya PDKê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem, şanda danûstandinan a PDKê heftiya bê dest bi gera nû ya gotûbêjên bi aliyên siyasî re dike.
Hate zanîn ku di çend rojên borî de PDKê serdana çend aliyên siyasî kiriye û di vê gerê de jî wê serdana aliyên siyasî yên din bike.
Hêjayî gotinê ye, PDK wek partiya yekemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dixwaze hikûmeteke berfireh a piralî pêk bîne.
Jêderên PDKê li ser serdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandine ku hîn roja civînê diyar nebûye.
Hejmara kursiyên partiyan
Di hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de ku roja 20ê Cotmeha 2024an hatin kirin de, PDKê 39 kursî, YNK 23 kursî, Nifşê Nû 15 kursî, Yekgirtûya Îslamî 7 kursî, Tevgera Helwest 4 kursî, Komela Dadweriyê 3 kursî, Bereyê Gel 2 kursî, Tevgera Gorranê 1 kursî, Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê 1 kursî û Kotaya Pêkhateyan jî 5 kursî wergirtibûn.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.