Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Giştî yê Misirê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Giştî yê Misirê kir

PeyamaKurd  Serok Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Misirê Mehmûd Farûq Yûsif Amer kir û di hevdîtinê de bûyerên dawî yên siyasî û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Misirê pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji bo serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û amaje bi rêjeya beşdariya bilind a dengderan û pêvajoya aştiyane ya hilbijartinan kir wekî destkeftiyên girîng in ku nîşana gihîştina siyasî û pêgeheke berbilind a li Kurdistanê, Iraq û herêmê ye.

Di berdewamiya axaftinên xwe de, Konsolê Giştî yê Misirê, kultura bihevrejiyan û aştîxwazane ya Kurdistanê bilind nirxand û rola dîrokî ya Serok Barzanî jî di parastin û kûrkirina wan nirxan de zanî.

Serok Barzanî pêwendiya navbera gelê Kurd û Misirê bi têkiliyên dîrokî, dostane û bi bandor wesif kir. Her wiha bal kişand ser girîngiya xurtkirina çanda jiyana hevbeş û aştiyane weke “yekane rêya bidawîkirina êş û azarên gelên herêmê” û bal kişand ser dîroka têkoşîn û fedakariya gelê kurd.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Iraqê bo Kurdistanê jî hat nirxandin ku wek gaveke girîng ji bo hemahengî û çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat nirxandin.

Misir bi rêya konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk hem bi Iraq û hem jî bi Herêma Kurdistanê re heye.

Pêwendiya di navbera Misir û Kurdistanê de di dîrokê de erênî bûye û Misir roleke avaker di piştevanîkirina aramiya Iraqê de dilîze. Dema vê hevdîtinê bi taybetî piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û di nava gotûbêjên berdewam ên derbarê peywendiyên kurd û ereban li Iraqê girîng e.

Amadebûn û têbîniyên wî dîplomatên misrî yên derbarê hilbijartinan de, dilgiraniya civaka navdewletî ji pêvajoya demokratî û aramiya herêmê yên Kurdistanê re nîşan dide.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.