Texsiyên difirin dest bi kar dikin

Texsiyên difirin dest bi kar dikin

PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku wê heta sala 2028an xizmeta texsiyên difirin dest pê bike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê wê texsiyên difirin heta 2028an û yên bê ajotvan difirin jî heta 2030î dest bi xizmetê bikin.

Li gorî daxuyaniyê wê ew texsî hem ji helîkopteran erzantir bin hem jî bileztir û bêdengtir bin.

Hêjayî gotinê ye, heta niha çend kompiyan ceribandinên firînê yên texsiyên asmanî kirine, lê ji ber lîsansa wan nîne hîn bi fermî nikarin karê texsiyêne difirin bikin.